Villa Victor - ji bo te
Villa Victor navendeke pirkultûrî ya bajarê Oulu ye. Em xizmetên piralî belaş pêşkêşî koçberan û rûniştvanên xwecihî dikin. Ji Villa Victor tu dikarî şîret û agahiyan ji mijarên cuda-cuda wergirî. Bi me re hûn dikarin di qursên cuda de Fînlandî bixwînin û bi zêdetirî 10 zimanan şêwirdariyê bistînin. Mixabin niha ji bo Kurmancî şêwirmendî nayê kirin.
Şîretdana pirzimanî
Villa Victor navendeke pirkultûrî ya bajarê Oulu ye. Em xizmetên piralî belaş pêşkêşî koçberan û rûniştvanên xwecihî dikin. Ji Villa Victor tu dikarî şîret û agahiyan ji mijarên cuda-cuda wergirî. Bi me re hûn dikarin di qursên cuda de Fînlandî bixwînin û bi zêdetirî 10 zimanan şêwirdariyê bistînin. Mixabin niha ji bo Kurmancî şêwirmendî nayê kirin.
Di şîreta pirzimanî ya Villa Victor de, hûn dikarin ji bo jiyana li Oulu û Fînlandiyayê bi zêdetirî 10 zimanan, rû bi rû û bi têlefonê li ser WhatsAppê alîkariyê bistînin.
Têkilî bi me re bike bo nimûne eger:
- hewceyî alîkarîkirina belgenameyan, forman yan demgirtinan bî
- bixwazî agahiyên zêdetir bistînî derbarê çawaniya pêşketina di peydakirina cihekî xwendinê yan cihekî kar de li Oulu
- li mijûlahiyekê yan xebateke din yan dema betaliyê bigerî
- tu nû hatî Oulu yan Fînlandayê û hewceyî alîkarîkirina di karûbarên neqilbûnê de yî
- jiyana te bi awayekî din di rewşeke wisa de ye ku tu hewceyî alîkariyê yî.
Hûn dikarin bêyî randevûyê bi zêdetirî 10 zimanan şîretan bistînin an jî hûn dikarin berê xwe bidin randevûyê. Şîreta ku ji we re bibe alîkar an we berbi karûbarê rast ve bibe. Şêwirmendî wek Kurmanc niha nayê kirin. Hûn dikarin ziman û nexşeyên şêwirmendiyê li ser rûpelên Fînî û Îngilîzî bibînin. Navnîşana şêwirmendiyê Oulu10 Torikatu 10 ye.
Hînkirina zimanê fînlandî
Li Villa Victori zimanê fînlandî li çendîn astan tê hînkirin ji sewiyeya destpêkî heta yên pêşketî bi prensîpa bênavbir (nonstop). Kuesa Aletaan alusta (Destpêkirina ji destpêkê) bo wan xwandekaran baş e ku berê xwe hînî zimanê fînlandî nekiriye. Ew û herwiha kursên destpêkî 1 û 2 û kursa dewamkirinê li dersxaneyan tên pêşkêşkirin ji nêzîk ve, lê Suomea edistyneille (Fînlandî bo pêşketiyan) û kursa rahênanên YKI (Imtihana giştî ya ziman) ji dûr ve tên dayîn. Demên deqîq yên kursan dikarî ji malperên fînlandî yan inglîzîziman bibînî.
Rêberîkirin
Koma armanca rêberîkirinê ew koçberên xwende ne ku niha bêkar in yan li ser kar in ku êdî têra fînlandî dizanin (herî kêm asta B1).
Hedefa rêberîkirinê peydakirina zêdetir nas û hevkarên pîşeyî ji bo koçberan e û kûrtirkirina zanîna wan derbarê adet û awayên karkirina fînlandî ye.
Dikarî zêdetir derbarê rêberîkirin li ser malperên fînlandîziman yên rêberîkirinê bixwînî.
Bûyerên agahîdanê
Aheng
Têkilî bike!
Dikarî nûtirîn agahiyan ji kanalên medyaya civakî yan rûpelên Internetê yên Villa Victor bi fînlandî û inglîzî, dikarî herwiha zêdetir ji şîretkerên pirzimanî jî bipirsî.